9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

--Nûnerê Rêveberiya Rojava: Me daxwaza alîkariyê ji cîhanê kir, Başûr alîkarî da me

Çavkanî: KDP.info

Duhok-KDP.info- Nûnerekî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku niha hewleke cidî heye ji bo jihevnêzîkbûn û jihevtêgehiştina di navbera hêzên siyasî yên Kurdistanî li Rojava û Başûrê Kurdistanê. Herwiha dibêje, “me daxwaza alîkariyê ji cîhanê kir ji ber nexweşiya Korona, lê tenê Başûrê Kurdistanê bi hewara me ve hat.

Nûnerê Rêveberiya Xweser li welatê Îmaratê Şivan Xabûrî ji malpera KDP.info re ragihand: “Di demên dijwar de Herêma Kurdistanê bû piştevan û pena ji me re û ev yek jî cihê rêz û pêzanînê ye li cem me.”

Derbarê şandina taqîgeheke pizîşkî ji bo xuyakirina vayrosa Koronayê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve, Şivan Xabûrî got, ev pêngava serokê herêmê cihê rêz û hurmetê ye li cem me. “Me li Rojavayê Kurdistanê daxwaza alîkariyê ji cîhanê kir, lê tenê Herêma Kurdistanê û Hevpeymanan alîkariya me kirin.”

Derbarê wan alîkariyên Başûrê Kurdistanê jî, welatiyê bajarokê Girkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê Barzan Mihemed dibêje: “Ev alîkarî ne yê cara yekem û duyem in ku Herêma Kurdistanê û Serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî ji me re dişîne, lê belê gelek caran alîkarî ji me re şandine.”

Ew welatiyê Rojavayê Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Helwêsta Serokê Herêma Kurdistanê cihê rêz û pêzanînê ye. Em spasiya wan dikin ku herdem ligel me ne ji bo rûbirûbûna qeyran û kirîzên ku tên pêşiya me.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî jî duhî gotibû, “Spas û pêzanîn bo Serokê Herêma Kurdistanê Kak Nêçîrvan Barzanî ji bo bidengvehatina bilez û ciwamêrane li ser dawakariya me ya bo şandina 2 taqîgehên pizîşkî ji bo aşkerekirina vîrusa koronayê.”

 

Nûçeyên têkildar