9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Nêçîrvan Barzanî pêdaçûnê derbarê dawî pêşhatên nexweşiya Korona dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di pêwendiyeke telefonî de bi Wezîrê Navxwe, Wezîrê Tenduristiyê, parêzgarên Hewlêr, Silêmanî, Duhok, Helebce û serperiştiyên herdu îdareyên Germiyan û Raperînê re, pêdaçûn di derbarê dawî pêşhatên nexweşiya Korona de kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di pêwendiya telefonî de bi aliyên berpirs re, dawî pêşhatên belavbûna vîrusa Korona û rêkarên hikûmet û aliyên pêwendîdar ji bo rêgirtin li belavbûna zêdetir a vîrusê guftûgo kir û li ser rewşa parêzgehan û herdu îdareyên Germiyan û Raperîn û birêveçûna karên wan û pêwîstî, kêmanî, bandor û ziyanên vê nexweşiyê li ser jiyan û guzariyên welatiyên Herêma Kurdistanê pirsî.

Herwiha Nêçîrvan Barzanî  spasî û destxweşî li herdu wezaretên navxwe û tenduristiyê, parêzgeh û îdare, bijîşkan, karmendên tenduristiyê, Pêşmerge, Asayiş û tevahiya hêzên navxwe, karmendên deriyên sînorî û firokxaneyan kir, ku di rûbirûbûna nexweşiyê de beşdar in û her hewlekê ji bo kontrolkirina wê didin.

Serokê Herêma Kurdistanê spasiya welatiyan kir, ku pêbendî rênimayên xweparastinê dibin û daxwaz kir, hemû kes bi wê pêbendbûnê berdewam bin û hevkariyê bi hewlên hikûmetê re bikin, ji bo rêgirî li belavbûna zêdetir a vê nexweşiyê bê kirin. Tekez kir jî, ku rêkar, rênimaye û pêbendbûna welatiyan heta niha encamên baş dane û hêvî xwast, ku bi hevkariya hemû aliyan ev rewşa dijwar derbas bibe.

 

Nûçeyên têkildar