Nêçîrvan Barzanî: Ez piştevaniyê li xelk û rêveberiya Silêmaniyê dikim

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peywendî bi parêzgarê Silêmaniyê kir û spasiya yekeyên îdarî û rêveberî yên wê parêzgehê kir.
Nêçîrvan Barzanî îro Sêşema 7.4.2020 bi rêya telefonê peywendî bi Parêzgarê Silêmaniyê Dr. Heval Ebûbekir kir û ji ber hewl û tedbîrên wan ên ji bo rûbirûbûna koronayê û parastina xelkê, spasiya wî û rêveberiya parêzgehê kir.
Nêçîrvan Barzanî pêzanînê xwe anî ziman û piştevaniya xwe bo parêzgeha Silêmaniyê, yekeyên îdarî û rêveberiya giştî ya tendirustiyê, hêzên navxwe, Asayiş û Pêşmerge û tevahiya saziyên xizmetguzarî, kargêrî, darayî û aborî û ewlehiyên parêzgeha Silêmaniyê nîşan da.
Di vê peywendiya telefonî de, parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir jî spas û pêzanînên xwe û îdareya parêzgehê û komîteya bilind a operasyonên parêzgeha Silêmaniyê ya bo rûbirûbûna koronayê nîşan da.
Heval Ebûbekir herwiha Serokê Herêma Kurdistanê ji rêkarên herî dawî yên li wê parêzgehê yên ji bo rûbirûbûna koronayê agahdar kir û ragihand, ku proseya rûbirûbûna koronayê bi awayekê serkeftî birêve diçe.




