Serok Barzanî 251 pirtûk da Pirtûkxaneya Zanîngeha Helebceyê

Helebce-KDP.info- Di çarçoveya kampanyaya komkirina pirtûkan ji bo Pirtûkxaneya Zanîngeha Helebceyê, Serok Mesrûd Barzanî 251 pirtûkên ku çavkanî ne di gelek waran de, da wê pirtûkxaneyê.
Berpirsê PDKê li Helebce Besam Elî bi nûneratiya Serok Barzanî ew pirtûk gihandiye Zanîngeha Helebce û derbarê wê yekê de ji malpera KDP.info re ragihand: “Ew pirtûk çavkanî ne di gelek waran de û xwendekar dikarin sûdê jê bibînin. Ev çendîn car e ku Serok Barzanî pirtûkan dide Zanîngeha Helebceyê.”
Besam Elî wiha got: “Serok Barzanî hewleke mezin da ji bo ku Helebce bibe parêzgeh û ji bo avakirina zanîngeha Helebce û berdewam daxwaz ji hikûmeta Kurdistanê dike ku tişta baş a ji destê wê bê ji bo Helebce bike.”




