Mesrûr Barzanî spasiya helwêstê niştimanperwerî yê Osman Baydemîr kir

Hewlêr-KDP.info- Îro 24.02.2020ê serokê hikûmeta herêma KurdistanêMesrûr Barzanî pêşwazî li siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr kir.
Di hevdîtinê de li ser giringiya xebata aştîxwazî ya gelê Kurdistanê ya ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa amaje pêhat kirin û siyasetmedarê kurd Osman Baydemîr pesnên Hikûmeta Herêma Kurdistanê da, ku cîhê hêviya bi milyonan kurdan e li seranserê cîhanê, ji ber wê jî pêwîst e hemû aliyek piştgiriya hikûmetê bikin bo ku bikaribe karnameya reform û çaksaziyê bicîh bîne.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî spasiya piştevanî û helwêstê niştimanperwerî yê Osman Baydemîr kir û hêviya serkeftinê jî re xwest.




