9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Nêçîrvan Barzanî û Baydemîr tekez kirin li ser rêya aştî û diyalogê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Berî nîvroya îro Çarşema 19/02/2020 li Hewlêrê Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr û şanda ligel wî kir.

Di hevdîtinê de herdû aliyan tekez kirin li ser xebata siyasî ya sivîl û li ser gotara aştîxwazane ya gelê Kurd ya ji bo çareserkirina kêşeyan û bidestveanîna mafên wan û herwiha jihevdûnêzîkbûna aliyên Kurdistanî.

Nirxandina rewşa navçeyê bi giştî û pêşhat û guhertinên siyasî û rewşa Kurdan li navçeyê û çareserkirina kêşeyan bi rêya diyalog û danustandinê û rola civaka navdewletî ya di vê mijarê de, aliyekî dinê hevdîtinê bû.

Nûçeyên têkildar