Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Îranê civiyan

Munchen-KDP.info- Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Munchenê li gel Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf civînek encam da.
Di wê hevdîtina ku îro Yekşema 16.2.2020 hat lidarketin de, guftugo li ser guhertin û pêşhatên li Iraq û navçeyê hatin kirin û tekezî li ser girîngiya aramkirina rewşa Iraqê û navçeyê hat kirin.
Herwiha gotûbêj derbarê peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de jî hatin kirin û herdu alî hevra bûn, li ser hebûna têkiliyên cîrantî yên baş li ser bingeha rêzgirtina ji hev.
Her di wê civînê de nîqaş li ser pirsgirêk û astengiyên asayişa navçeyê hat kirin.




