9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Amerîka hêza xwe derxîne dê dawiya Iraqê were

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Piştî ku berpirsekî Neteweyên Yekbûyî eşkere kir ku bi hezaran

çekdarên biyanî li Iraqê mane û di nava DAIŞê de kar dikin, parlemanterê berê yê PDKê li Bexdayê Mûayed Teyib dibêje, Amerîka hêza xwe ji Iraqê vekşîne dê dawiya Iraqê were.

Mûayed Teyib ji malpera KDP.info re ragihand: “DAIŞ li Iraqê bidawî nehatiye û berdewam e. Sebeb û sedemên serhildana DAIŞê li Iraqê hîn mane û bidawî nehatine. Heya Iraq aram nebe dê metirsiya DAIŞê her bimîne.”

Teyib wiha got: “Hikûmetên berê yên Iraqê şikestî bûn û xelkê Iraqê nerazî ne ji hikûmetê. Şîe xwepêşandanan dikin li dijî hikûmetê û Sunne jî wê hikûmetê nabînin wek hikûmeta xwe.”

Wî parlemanterê berê yê Kurd li Iraqê wiha domand: “Aloziyên Iraqê bandorê li ser tevgera DAIŞê dikin, ji ber ku valahiyeke ewlehî li Iraqê heye û DAIŞ derfetê ji vê rewşê dibîne ji bo ku xwe bihêz bike. Ji bo başbûna rewş ewlehiyê jî pêwîst e proseya siyasî li Iraqê seqamgîr be.”

Mûayed Teyib wiha got: “Eger Amerîka hêzên xwe ji Iraqê vekşîne dê dawiya Iraqê were, ji ber ku ti hêz tune ye bergîriyê li Iraqê bike.”

 

Nûçeyên têkildar