9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Balyozê Amerîka: Em rola Serok Barzanî bo jihevnêzîkirina aliyên Rojavayê Kurdistanê bilind dinirxînin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê ragihand, berbijêrê postê serokwezîrê nû yê Iraqê, eger yekdengiya aliyê siyasî yên Iraqê li ser hebe, Herêma Kurdistanê ji dê ji bo seqamgiriya Iraqê dibe alîkar.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro Çarşema 5.2.2020 pêşwazî kir li Balyozê Fransayê li Iraqê Bruno Ubertu şanda li gel wî.

Nêçîrvan Barzanî di wê civînê de ragihand, her berbijêrekî serokwezîriya Iraqê yekdengî li ser hebe, Herêma Kurdistanê dibe alîkar bi mebesta bidestxistina seqamgirî, asayiş û proseyeke siyasî ya serkevtî bo Iraqê.

Serokê Herêma Kurdistanê, tekezî li ser, berdewamkirina hewlên bo guftugoyên Hewlêr-Bexdayê û çareserkirina pirsgirêkan kir û herwiha tekezî li ser hemahengî û hevkariya di navbera civaka navdewletî û hikûmeta Iraqê û welatên hevpeyman kir bi mebesta rûbirûbûna metirsiya serhildana DAIŞê û danîna mekanîzmayekê bo mayîna hêzên hevpeyman.

Nêçîrvan Barzanî, spasiya hevkariya Fransayê kir li navçeyên Şingalê, hemahengî û peywendiya Hewlêr û Bexdayê bi mebesta seqamgiriya zêdetir li navçeyê.

Herwiha rewşa niha ya Bexdayê û erkdarkirina Mihemed Tofîq Ellawî bo postê serokwezîriyê û rewşa aborî, asayiş û metirsiya DAIŞê bi giştî, di wê kombûnê de gotûbêj li ser hatin kirin.

Nûçeyên têkildar