9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Brîtanya: Pêwendiyên me û Kurdistanê bihêz in û emê bihêztir jî bikin

Çavkanî: KDP.info

Brîtanya-KDP.info- Wezîrê Dewletê yê Brîtanya bo Karûbarê Rojhilata Navîn Endro Moresn di çarçoveya rûniştineke taybet de ya Parlemantoya Brîtanyayê li ser rewşa Rojhilata Navîn, got ku pêwendiyeke bihêz di navbera Brîtanya û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de heye û Brîtanya pêbend e bi bihêztirkirina wê pêwendiyê.

Endro Moresn dibêje: “Di gotûbêjekê de ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de me tekezî kir li ser bihêztirkirina pêwendiyên di nvabera me de.”

Wî wezîrê Brîtanî wida domand: “Di çarçoveya alîkariyên Brîtanya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê 16 milyar Pawend hatiye diyarkirin. Herwiha beşek ji alîkariyên me ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê dê taybet bin bi reform û çaksaziyan.”

Nûçeyên têkildar