Artêşa Sûriyê 6 leşkerên Tirkiyê kuştine û Tirkiye jî hişyariyek tund da Sûriyê

Hewlêr-KDP.info- Hêzên Artêşa Sûriyê 6 leşkerên Tirkiyê li Idlibê kuştine. Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Ibrahîm Kalin jî li hember wê êrîşa artêşa Sûriyê ragihand, “xwîna leşkerên me li erdê namîne”.
Li gor ajansa nûçeyan a Anadoluyê ku ajansa dewletî ya Tirkiyê ye, artêşa Sûriyê îro 3ê Sibatê li 2 kîlometriya rojavayê qezaya Seraqib a ser bi parêzgeha Idlibê ve, xaleke kontrolê ya Artêşa Tirkiyê topbaran kiriye.
Di encama vê êrîşê de 6 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û 7 leşker jî birîndar bûne.
Li hember vê êrîşa li ser leşkerên Tirkiyê, îro Duşemê 3ê Sibatê Berdevkê Serokomariya Tirkiyê, Ibrahîm Kalin bertek nîşan da û ragihand, “xwîna leşkerên me li erdê namîne û bikerên êrişê dê hesabê bidin”.
Kalin diyar kir, ev êriş li dijî rêkevtina Idlibê hatiye encamdan û tekez kir, hêzên Tirkiyê “demildest bersiva êrişê dane”.
Artêşa Sûriyê êrîşeke berfireh bo ser parêzgeha Idlibê dest pê kiriye ku di jêr kontrola komên çekdar ên dijbereyê de ye û li gor rêkevtina Sûçî ya di navbera Tirkiye û Rûsyayê de, 12 xalên leşkerî yên çavdêriyê yên Tirkiyê jî li ser sînorê wê herêmê hene, ku yek ji wan xalan li rojavayê Helebê, yek li bakurê Hemayê û 10 xal jî li sînorê parêzgeha Idlibê ne.
Di encama êrîşên berdewam ên artêşa Sûriyê ve ku Rûsya bi balafirên xwe yên cengî piştgiriyê lê dike, heta niha 4 xalên çavdêriyê yên Tirkiyê ketine nav sînorê desthilata hikûmeta Sûriyê û di jêr dorpêça hêzên artêşa Sûriyê de ne.




