9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Mesrûr Barzanî û Balyozê Swêdê tekezî li ser bihêzkirina pêwendiyên xwe kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Yekşema 2.2.2020 pêşwazî li Balyozê Swêdê yê nû li Iraqê Lars Ronnas kir û di wê hevdîtinê de herdû aliyan tekez kirin li ser bihêzkirina pêwendiyên xwe.

Di hevdîtinê de, gotûbêj derbarê rewşa niha ya Iraqê û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Swêdê de hatin kirin. Herdu aliyan pêdagirî li ser pêwîstiya arambûna Iraq û navçeyê kirin.

Balyoza Swêdê amadehiya welatê xwe ji bo geşepêdana pêwendiyên bazirganî bi Herêma Kurdistanê re û handana webirhênerên welatê xwe ji bo webirhênanê li Herêma Kurdistanê bikin derbirî.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hêviya serkeftinê ji Balyozê Swêdê yê nû di erkên wî de xwast û pesnê rol û beşdariya Swêdê di Hevpeymaniya Navdewletî bo rûbirûbûna DAIŞ de da.

 

Nûçeyên têkildar