Nêçîrvan Barzanî: Şehîdên 1ê Sibatê hertim di wijdana gelê Kurdistanê de zindî ne
Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di salvegera teqînên 1ê Sibata 2004an li baregehên PDK û YNKê peyamek belav kir û ragihand, “Em bi rêz û hurmet şehîdên nemir ên 1ê Sibata 2004an bi bîr tînin ku li baregehên PDK û YNKê li Hewlêrê bûne qurbaniyên terorê.”
Serokê Herêma Kurdistanê dibêje, “Ew ê hertim di wijdana gelê Kurdistanê de zindî bimînin. Silav li malbatên wan ên serbilind, dirûd ji canê wan ê paqij re, bîranîna wan bi xêr.”
Roja 1ê Sibata sala 2004an, herdu baregehên Liqa Du ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Malbenda Sê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Hewlêrê hatin armanckirin, ku wê demê xelkê Cejna Qurbanê pîroz dikirin. Di wê karê teroristî de li herdu baregehan 101 serkirde û kadro û welatiyên Kurdistanê şehîd bûn.




