Berdevkê PDKê: Komîteya amadekirina kongreya PDKê dest bi karê xwe kiriye

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê PDKê û Endamê Polîtbûroya PDKê û Berpirsê Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya PDKê Mehmûd Mihemed derbarê amadekariyên kongreya PDKê ragihand ku ew komîteya ku ji bo amadekirina karê kongre hatiye avakirin, dest bi karê xwe kiriye û niha mijûlî amadekirina kongre ye.
Mehmûd Mihemed ji malpera KDP.info re ragihand: “Desteya Serokatiya PDKê biryar da ku îsal kongreya 14 ya PDKê lidar bikeve. Ji bo ku ev kongre kongreyeke serkeftî be û baş be û tê de komek pêngavên nû bên avêtin û ligel serdemê bigunce, ku ev çendîn sal e PDK li ser rêbaza Barzanî û di xizmeta xelkê Kurdistanê û welat de ye, lewma niha em dixwazin ligel guhertinên niha em xwe biguncînin û em li ser vê rêbaza han berdewam bin di xizmeta xelkê Kurdistanê de.”
Mehmûd Mihemed wiha got: “Endamê komîteya amadekirina karê kongre komek xuşk û bira ne, hem ji endamê Polîtbûroyê û hem jî ji endamên Desteya Serokatiya PDKê tê de hene. Em şêwrê ji psporên siyasî û aborî û felsefî û xwendina bilind distînin, ji ber ku em dixwazin bi awayekî serdemyane karê hizbî bikin û ew hêvî û armancên xelkê Kurdistanê di bernameya me de derkeve. Lewma komîteya me niha karê xwe dike.”




