9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Serkirdeyekî Sunneyan: Kurdistan mînakeke serkeftî ye ji bo tevahiya Rojhilata Navîn

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info- Serkirdeyê Sunneyên Iraqê Dr. Ela Mekî dibêje, Iraq di xerabtirîn rewş de derbas dibe û eger rewş ji ya niha xerabtir bibe dê wêran bibe, pêwîst e Bexda ji Herêma Kurdistanê fêr bibe û ji ezmûna Kurdistanê ji xwe re bibe, ji ber ku Herêma Kurdistanê mînakeke serkeftî ye ji bo Rojhilata Navîn.

Dr. Ela Mekî ji malpera KDP.info re ragihand: “Xwepêşanderên Iraqê daxwaza mafên xwe dikin, ji ber ku gendelî heye û xizmeta xelkê nayê kirin û bêkarî gelek e.”

Mekî wiha got: “Ji bo ku xwepêşandan bi dawî werin pêwîst e kesek were diyarkirin ku bibe serokwezîrê Iraqê û ew kes rast û cihê razîbûna xelkê be û biçe bi xwepêşanderan re biaxive û nas bike ku daxwazên wan çi ne.”

Dr. Ela Mekî wiha domand: “Iraq di xerabtirîn rewş de derbas dibe û eger rewş wisa berdewam be dê Iraq wêran bibe. Guvaşeke mezin li ser partiyên siyasî jî heye, ku dixwazin kesê bibe serokwezîr nêzîkî wan be, û eger ne nêzîkî wan be razî nabin.”

Mekî wiha jî got: “Tişta ku cihê dilxweşiyê ye ku Herêma Kurdistanê wek beşek ji Iraqê aram û seqamgîr e û jiyana xelkê xweş e û kêşeyên wan wek ên Iraqê tune ne. Pirsgirêka wan a abûrî hebe û ew jî çareser kirin û Herêma Kurdistanê mînakeke serkeftî ye bo Iraq û Sûriye û Lîbiya û Îran û Rojhilata Navîn hemûyî, ji ber ku rêveberî li Kurdistanê bi şêweyekî rast û dirust tê kirin û pêşkeftin ji hemû aliyan ve heye. Lewma pêwîst e Iraq û welatên navçeyên ji ezmûna Herêma Kurdistanê fêrbibin.”

Nûçeyên têkildar