9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Serok Barzanî û Wezîrê Berevaniya Iraqê: Em dilgiran in ji bihêzbûna terorê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Wezîrê Berevaniya Iraqê kir û di wê hevdîtinê de herdû aliyan rewşa dawî ya Iraqê gotûbêj kirin.

Îro Şemiya 25.01.2020 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Necah El Şemerî Wezîrê Berevaniya Iraqê kir.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî û emnî û pêşhatên dawî yên Iraqê hatin nirxandin.

Herwiha herdû aliyan dilgiraniya xwe ya ji serhildan û bihêzbûna terorê nîşan dan û gotin ku pêwîst e derbaskirin û karkirina li ser mijarên girîng û stratejîk ên Iraqê li gor hevpeymaniya niştimanî be.

 

Nûçeyên têkildar