Serok Barzanî ji Sîstanî re hêviya başbûnê xwast

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî bi telefonê bi kurê rêberê olî yê bilind ê Şîeyên Iraqê Ayetullah Elî Sîstanî re axiviye û hêviya başbûnê ji bavê wî re xwestiye.
Piştî belavbûna nûçeya nexweşketina rêberê olî yê bilind ê Şîeyan, Ayetullahê Seyid Elî Sîstanî, êvara roja Pêncşemê 16ê Çileya 2020 Serok Mesûd Barzanî bi kurê Seyid Elî Sîstanî (Seyid Mihemed) re axiviye.
Di wê pêwendiyê de Serok Barzanî ji rewşa tendirsutiya Sîstanî pirsî û hêviya tendirûstiyeke başti û başbûnê jê re xwest.”




