9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Iraq xwe li ber ti cezayeke abûrî nagre

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Piştî biryara Parlemantoya Iraqê bi derxistina hêzên Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ji Iraqê, niha metirsî heye ku ewbiryar cîbicî bibe û Amerîka cezayên abûrî bavêje ser Iraqê, lê psporeke abûrî dibêje, Iraq xwe li ber wan cezaya nagre.

Dr. Ebdulrehman Zirar Psporê Abûrî ji malpera KDP.info re ragihand: “Rewşa abûrî ya cîhanê û her welatekî pêwîstiya wê bi aramiyê heye û bûyerên vê dawiyê yên li Iraqê jî nîşan dan ku bandora wan li ser rewşa abûrî heye, bi taybetî jî daketina buhayê pereyên Iraqê li hemberî dolarê Amerîkî, ji ber ku aloziyên Iraqê bandoreke xerab li ser sektora abûrî hebû, lewma jî buhayê pereyên Iraqê daket, lê ew rewş demkî bû û niha rewş normal bûye.”

Derbarê egera ku Amerîka cezayan bavêje ser Iraqê, wî psporê abûrî wiha got: “Piraniya pereyên Iraqê ji petrolê tên, eger Amerîka cezayan bavêje ser Iraqê, dê Iraqî malwêran bibin û Iraq nikare xwe li ber ti cezayên abûrî bigre.”

Zirar wiha got: “Bicîhanîna cezayên abûrî li ser Iraqê pêngaveke metirsîdar e, lê ez bawer nakim ku Iraq karibe hêzên Amerîka ji Iraqê derxîne, lewma cezayên abûrî li ser Iraqê dûr in.”

Nûçeyên têkildar