9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Baregeha Barzanî: Ti destpêşxeriyeke Serok Barzanî nebûye heya ku neyê qebûlkirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Baregeha Serok Barzanî daxuyaniyek derbarê nûçeya, “redkirina destpêşxeriya” Serok Barzanî belav kir û ragihand, “Serok Barzanî ti destpêşxweriyek nebûye heya ku kesek an jî aliyek qebûl neke.

Baregaha Serok Mesûd Barzanî di daxuyaniya xwe de amaje bi wê yekê dike ku di çend rojên derbasbûyî de, li hejmareke malperên Kurdî û Erebî nûçeyek hatiye belavkirin ku qaşo Serok Barzanî bo çareserkirina pirsgirêkên proseya siyasî ya Iraqê destpêşxweriyek hebûye û piraniya aliyên

çşnçjniçmk Şîe jî ew destpêşxwerî red kirine.

Di daxuyaniya Baregeha Serok Barzanî li ser vê îddîayê, tê gotin, “Em ji hemû aliyan re radigihînin ku ti rastiyek di vê nûçeyê de tune ye. Ji esas de Serok Barzanî ti destpêşxeriyek pêşkêş nekiriye heya ku kesek an jî aliyek qebûl neke.”

 

Nûçeyên têkildar