Nêçîrvan Barzanî û Adil Abdulmehdî: Bila rewş aloztir nebe

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî civiyan û di wê hevîdtinê de rewşa navçeyê hat gotûbêjkirin.
Îro Şemiya 11.1.2020 Adil Ebdulmehdî gihîşt Hewlêrê û ji aliyê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî tekez kirin, ku Iraq nabe bibe meydana hevrikî û milmilaneyên hêzên navçeyê û navdewletî.
Herwiha pêwendiyên Iraqê bi welatan re li ser bingeha berjewendiyên hevbeş û rêzgirtina li serweriya Iraqê be û hemû alî bi hev re kar ji bo aloztirnebûna zêdetir û bicihkirina aramî û seqamgîriyê bikin û berjewendiyên Iraqê jî di pêşîneya hemûyan de be.
Di civînê de, rewşa Iraq û bûyer û pêşhatên dawî yên Ii Bexdayê û aloziyên di navbera Amerîka û Îranê, xwepêşandanên Iraqê, pêwendiyên Iraq bi welatên cîran re, pirsgirêkên Hewlêr – Bexdayê û diyaloga çareserkirina wan hatin guftûgokirin.
Girîngiya berdewamiya hevkarî û piştevaniya civaka navdewletî ji Iraq û Herêma Kurdistanê re di şerê li dijî terorê û metirsiyên serîhildana terorê û tevgera teroristan DAIŞê li Iraq û bi taybet li navçeyên Pêşmerge û hêzên çekdar ên Iraqê, mijareke din a civînê bû ku tê her du aliyan tekezî li ser girîngiya hevkarî û hevahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de kirin.




