9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Serkirdeyekî Sunneyan: Kurdistan wek welatekî pêşketî ye..Bila Bexda ji Kurdistanê fêr bibe

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info- Serkirdeyê Sunneyan Dr. Elî Mekî dibêje, pêwîst e Hevpeymaniya Navdewletî derbarê serhildana DAIŞê kar bikin, ji bo ku Iraq û Herêma Kurdistanê lihev bikin li dijî DAIŞê, ji ber ku Herêma Kurdistanê wek welatên pêşketî ye û em şanaziyê pê dikin, pêwîst e Herêma Kurdistanê bibe mînakek ji bo Iraqê û herwiha Bexda ji Herêma Kurdistanê fîn bibe.

Dr. Elî Mekî ku Nûnerê Partiya Wîfaqa Niştimanî ya Sunneyan li Herêma Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Serhildana terorîstên DAIŞê li ser navçeyên Kurdistanî yên madeya 140 metirsîdar e û li hemû navçeyan ew metirsî heye, lewma pêwîst e civaka navdewletî kar bike û bi Bexdayê re biaxive û ew pirs çareser bibe, ku nehêlin careke din DAIŞ serî hilde û bihêz bibe, ji ber ku niha careke din xwe bihêz dikin.”

Mekî wiha got: “Pêwîst e Hikûmeta Iraqê hevahengiyê û rêkeftinê bike ligel Herêma Kurdistanê ji bo ku bi hevbeşî rûbirûyê DAIŞê bibe, da ku ew asayiş û ewlehiya ku çêbûye careke din xerab nebe.”

Wî serkirdeyê Sunne wiha domand: “Herêma Kurdistanê rast e beşek e ji Iraqê, lê wek welatekî pêşketî ye û em şanaziyê pê dikin. Hêvî dikim Iraqê jê fêr bibe û Kurdistan bibe mînakek ji Iraqê re.”

Nûçeyên têkildar