9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Parlemantea PDKê: Madeyên 15 û 16 li dijî demokrasiyê ne û divê bên guhertin

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info- Parlemantereke PDKê li Iraqê dibêje: “Em wek frakisyonên Kurdistanê û beşek ji parlemanterên Ereb, me civîna îro ya Parlemantoya Iraqê ya taybet bi yasaya hilbijartinan, baykot kir û em dibînin ku madeyên 15 û 16 li dijî demokrasiyê ne û divê werin guhertin.”

Dr. Meyada Necar ji malpera KDP.info re ragihand: “Parlemantera Iraqê deng li ser guhertina yasaya hilbijartinan li Iraqê da û 14 made jê hatin pesendkirin, lê madeyên 15 û 16 li dijî demokrasiyê ne loma me daxwaz kir ku bên guhertin lê ew razî nebûn, me jî civîn baykot kir û civîna parlemantoyê bo roja Dûşema bê hat paşketin.”

Necar wiha got: “Di madeyên 15 û 16 de tê gotin ku bazneyên hilbijartinan li ser asta qezayan be, ne li ser asta parêzgehan be, ku ew jî li dijî demokrasiyê ye û piraniya wan qezayên ku xelkê wan hindik in dê nûnerê wan tune bin û dê mafê wan were binpêkirin. Ev yek dengê me kêm nake lê li dijî demokrasiyê ye, lewma jî em li dijî wan e û em rijd in li ser guhertina wan madeyan.”

Nûçeyên têkildar