Nivîserekî Turk: Turkiya naxwaze kurd li Sûriyê bigehine mafên xwe

Nivîser û vekolerê navdarê Turkiya di daxûyaniyekî da ragehand ku dewleta Turkiya naxwaze gelê kurd li çu erdekî bibe xwedan maf û bo wê yekê jî li Sûriyê li dijî destkevtên kurdan piştevaniyê li komên çekdar dike û ew yek jî didete xûyakirin ku di hevdîtinên li gel ocelan da jî armanca Turkiya ne bo çarekirina pirsa kurdî ye.
Haluk Gerdawud nivîser û vekolerê navdar yê Turkiya li konferansa rewşa rojihelata navîn û gelê kurd da ku li bajêrê enqere paytexta Turkiya hate sazkirin axivî û diyarikir di dîroka Turkiya de desthelatdaran her dem kar bo wê yekê kirîne ku kurd negehine mafên xwe û piştevaniya parçebûna kurdan kirîne û got: (evro rojihelata navîn ji ber parçebûna gelan, bi taybet jî bê maf man û bindesitiya kurdan aloze û heta kurd li her sê parçên dî jî negehine mafên xwe alozî bi dûmahî nahêt û Turkiya dê ya ji destê wê bêt encam det da kurd li rojavayê negehine mafên xwe û bo nehêlana destkevtên kurdan li rojavayê Kurdistanê bizavê dike her hemû bo berdewamî dana rewşa parçebûyî ya kurdane).
Haluk Gerdawud herwesa diyar jî kir ku komara Turkiya stiratîjiya xwe li ser parçebûna kurdan daye avakirin û ji ber wê çendê azadiya kurdan wek metirsiyê li ser sîstemê xwe dibîne û got: (Turkiya di destpêkê da xwast herêma Kurdistana Îraqê ji nav bibe û gelek bizav jî kirin, lê demê ku emirîka û rojava razî nebûn û Turkiya hişiyar kirin vê carê Turkiya dixwaze beriya rijêma Sûriyê bihête rûxandin herêmeka otonom nekeve destê kurdan û ji niha ve jinav bibet û ji ber gefên rosiya û hejmarek welatên mezinên cîhanê jî bi xwe nakeve Sûriyê û li dijî kurdan şer naket lê komên çekdar yên ser bi qayde û komên selefî li dijî kurdên Sûriyê didete şerikirin û pêdivî ye her kurdek li hember wê yekê hişiyar be).
Li aliyê dî wezîrê der ve yê Turkiya Ehmed davutoglu ragehand ku ew ne li dijî gelê kurdin li Sûriyê û Turkiya bi tinê parta yekîtiya dîmokiratîk qebûl nake çunku ew partî hewkariya rijêma Sûriyê dike û got: (em naxwazîn sûrî ye di nav komên netewî û mezhebî da bihête parçekirin û em piştevaniya Sûriyeka dîmokiratîk û yekgirtî dikin).
Herwesa Salih Muslim hevserokê parta yekîtiya dîmokiratîk di daxûyaniyekî da ragehand ku çi peywendiya wan li gel rijêma dirinde ya Sûriyê nîne û got: (em pişkekîn ji şoreşa Sûriyê û yek armanca me heye em dixwazîn rijêma Sûriyê bihête rûxandin û dewletekî dîmokiratîk bihête avakirin ku gelê kurd bigehine mafên xwe).




