Wezîrê Bergiriyê yê Îtalyayê: Hevkariyên me ji bo Pêşmerge dê berdewam bin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Bergiriyê yê Îtalyayê Lorenzo Guerini civiyan. Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku serhildana terorê li Iraqê û navçeyê metirsiyeke rasteqîne ye. Lorenzo Guerini jî ragihand ku dê hevkariya wan bo Pêşmerge berdewam bike.
Sêşema 17.12.2019 Wezîrê Bergiriyê yê Îtalyayê Lorenzo Guerini bi serdanake fermî hat Herêma Kurdistanê û li gel Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanê civiya.
Di civînê de Nêçîrva Barzanî tekez kir ku serhildana terorê li Iraqê û navçeyê metirsiyeke rasteqîne ye û dê gefan l ewlekariya cîhanê jî bike, ji ber vê yekê berdewambûna alîkarî û hemahigiya navdewletî ji bo rûbirûnûna wan gefan bi pêwîst dizane.
Nêçîrvan Barzanî herwiha sipasiya Îtalyayê kir ji bo alîkarî û piştevaniya wan a leşkerî di dema şerê DAIŞê de di çarçêveya Hevpeymaniya Navdewletî de ku pêşkêşî Herêma Kurdistanê kirine û her wiha rola serbazên îtaliyayê di perwerdekirina Hêzên Pêşmerge de bilind nirxand.
Ji aliyê xwe ve Wezîrê Berevaniya Îtalya piştevaniya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê û Pêşmege tekez kir û ragihand ku Hêzên Pêşmerge di şerê li dijî terorê û têkşikandina DAIŞê de roleke mezin lîstiye û berevanî li hemû pêkhateyên herêma Kurdistanê kirine.
Di heman civînê de tevî gotûbêjkirina rewşa Iraqê û Herêma Kurdistanê, pêşhateyên Sûriyê û rewşa navçeyê bi giştî gotûbêj kirin
Di civînê de cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê û herdu wezîrên pêşmerge û navxwe û Balyozê Îtaliya li Iraqê û Konsulê Îtalya yê li Herêma Kurdistanê û hejmareke şêwermendên leşkerî yên wî welatî amadebûn.




