Nêçîrvan Barzanî bo şanda Amerîka: Alîkariya Herêma Kurdistanê û Iraqê bikin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji şandeke Amerîkî re tekez kir ku Herêma Kurdistanê amade ye ji her alîkariyekê re bo aramî û seqamgîriya Iraqê û ragihand ku pêwîst e Amerîka û civaka navdewletî alîkariya Herêma Kurdistanê û Iraqê bikin.
Nêçîrvan Barzanî îro Yekşema 24.11.2019 pêşwazî kir li Şêwirmendê Asayişa Netewî li Sênata Amerîkayê Robert Karem û şanda pê re û di wê hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku Herêma Kurdistanê dixwaze hemû pirsgirêkên xwe ligel Hikûmeta Iraqê bi rêya diyalogê û jihevtêgiheştinê û li ser bingeha destûrê Iraqê, çareser bike.
Di wê civînê de, herdû aliyan behsa pêşhatên dawî yên Iraqê û deverê û çawaya kar ligel wan pêşhateyan kirin û tekez jî kirin ku pêwîstiya Iraqê bi aramî û seqamgîriya siyasî û ewlehî heye û pêwîst e daxwazên rewa yên xwepêşanderan bên fêmkirin û tundî li dijî wan neyê bikaranîn.
Nêçîrvan Barzanî û şanda Amerîkayê behsa rewşa deverê bi giştî û metirsiyên serhildana terorê û çawaya rûbirûbûna wê, rewşa koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê û çend pirsên din, kirin.




