Cîgirê Serokê Amerîka bo Nêçîrvan Barzanî: Em piştevaniyê li Herêma Kurdistanê dikin

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence di serdana xwe ya bo Hewlêrê de ragihand ku welatî dê li ser piştgirîkirina Herêma Kurdistanê berdwam be.
Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence duhî serdana Hewlêrê kir û di civînê de Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî derbirîna daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşxistina peywendiyên ligel Amerîka, spasiya Amerîkayê kir ku di şerê dijî DAIŞê de piştgirî li Iraq û Herêma Kurdistanê kir.
Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku bêyî piştgiriya Amerîka ew serkeftina li hemberî DAIŞê pêk nedihat.
Nêçîrvan Barzanî Herwiha serdana Pence ya di vê demê de weke nîşana piştgiriya li Iraq û Herêma Kurdistanê da zanîn.
Mike Pence jî spasiya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê dubare kir ku rolekî bi bandor di şerê dijî DAIŞê de hebûye û herwiha pesnê pêkvejiyan û parastina pêkhatên olî û neteweyiyan û hewandina koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê kir û silav û rêzên xwe û îdareya Amerîka jî pêşkêşî bi kesukarên şehîdên şerê dijî terorê û Pêşmergeyan kir.
Pence wiha axivî: “Serok Nêçîrvan Barzanî gelekî spas bo wê pêşwaziya germ ku li me hatiye kirin. Şanaziyeke mezin e bo min ku li vê derê bim di yekem serdana xwe de bo Iraqê wek Cîgirê Serokê Amerîkayê û herwiha ev serdana min bo Herêma Kurdistanê. Rê bidin min, slav û rêza taybet a cenabê Serok Trump bighînim we. Ev hefte, hefteyeke girîng e li Amerîkayê, ku tê de malbat li hev kom dibin, ku ew jî şahiya Spasguzariya Olî ye û şanazî ye bo min û van rêzdarên ku ligel min in, ku pêşwext me ahengên Sipasguzariya Olî li vê derê ligel hêzên xwe yên serbazî derbas kirin.”
Derbarê peywendiyên gelê Kurd û xelkê Ameîrkayê de Pence wiha got: “Ez dixwazim spasiya we bikim cenabê Serok Nêçîrvan Barzanî bo ku we ev derfet da me, daku tekeziyê li ser wê peywendiya bihêz bikin ku di navbera gelê Kurd û gelê Amerîkayê de heye. Spasiyeke min a taybet bo we heye ku îro ligel we me, di vê dema ku şahiya serkeftina mezin digerînin, ku di encama bihevre karkirinê de me karî di meha Adara îsal de, navçeyên bin destê xelafeta DAIŞê bigirin û dawiyê li wan bînin, ew jî bi wêrekiya hêzên me yên serbazî, wêrekiya Hêzên Pêşmerge û hevpeymanên me yên Kurd li Sûriyê.”
Di berdemiya axaftina xwe de Pence got: “Vegerandina her santîmetrekê ji navçeyên bin destê DAIŞê li Iraq û Sûriyê ku bêyî hevpeymanî û hevbeşiya me ya bihêz ligel we û wêrekiya gelê Kurd û gelê Amerîkayê, qet nedigehiştin vê encamê. Cenabê Serok Nêçîrvan Barzanî ez dixwazim sipasiya we bikim û tekez bikim li ser pêbendbûna me di piştgirîkirina rêveberiya we de, rêbertiya Kurd li Iraqê û herwiha ligel we kar bikin, daku piştrast bin ji wêya ku DAIŞê û her grûpeke din a terorîst, careke din nikaribin cihê lingê xwe vekin û nikaribin yek bust ji vê deverê bidest bixin. Hêvîdar im sipas û rêza kûr û taybet a me bighînin serbazên xwe yên mezin, bi taybetî malbat kesûkarên wayên ku qurbanî dane.”
Cîgerê Serokê Amerîkayê diyar kir ku serkeftina li hemberî DAIŞê, serkeftinek e bo Iraq, Sûriye,navçeyê û hemû cîhanê jî û wiha pê de çû: “Cenabê Serok Nêçîrvan Barzanî gelekî sipas bo wê derfeta we da min ku îro li vê derê bim û vê derê wek derfetek dibînim, ku ji dêlva serok Trump sipasiya Amerîkayê bighînim gelê Kurd û herwiha tekez bikin li ser wêya em bi hev re kar bikin bo bigihin aştî û xweşguzariyê li navçeyê, cenabê Serok Nêçîrvan Barzanî sipasiya we dikim.”




