Peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî ji bo koça dawiya Şêx Osmanê Sîrê

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de ji ber koça dawî ya Şêx Osmanê Sîrê sersaxiyê ji malbat û meriv û dostên rehmetî re dixwaze. Ev jî tekesta wê peyamê ye:
“Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Malbata rêzdarê Şêx Osmanê Sîrê
Bi mixabiniyê ve nûçeya koça dawî ya kesayetiyê niştimanperwer û navdarê olî û civakî, cenabê Hacî Şêx Osmanê Şêx Abdulqadrî Babê Şêxê Sîrê gihîşt me.
Bi vê helkefta xemgîn, pirse û sersaxiyê pêşkêşî we yên birêz û hemû xizm û nas û dostên we dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.
Ji xwedayê mezin lava dikim giyanê cenabê Şêx Osman bixe ber dilovaniya xwe û hedarê bide hemû aliyekî.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
22.11.2019”




