Serok Barzanî sersaxî ji Selah Bedredîn re xwest

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de sersaxî ji siyasetmedarê Rojavayê Kurdistanê Selah Bedredîn re xwest, ji ber koça dawî ya hevjîna wî.
Ev jî tekesta wê peyamê ye:
“Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Birêz Selah Bedredîn
Bi mixabiniyeke zêde ve nûçeya koça dawî ya hevjîna weyê birêz gihîşte me.
Bi vê boneya xemgîn ez sersaxiyên xwe pêşkêşî we yên birêz û malbat û kesukar û meriv û dost û nasên we dikim.
Ji xwedayê mezin hêvîdar im aramî û hedarê bi hemû aliyekî bibexşê rehmetî jî bi bihuşta xwe ya fireh şad bike.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
02.11.2019”




