Berdevkê PDKê: Em ji ber rewş û guhertinên Iraq û navçeyê dilgiran in

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed ragihand, heger destûrê Iraqê hatiba bicihkirin, niha pêwîstî bi guhartina wê nedibû. Herwiha got jî, PDK ji ber rewş û guhertinên ku li Iraq û navçeyê çêdibin, dilgiran e.
Peyvdarê PDKê Mehmûd Mihemed di konferanseke rojnamevanî de, derbarê xwepêşandanên Iraqê de ragihand, gelek pirsgirêk li Iraqê hene, divê hikûmet jî wan çareser bike.
Amaje bi wê jî kir, hin kes hene dixwazin rewşê bo xwe bikar bînin û ew wek PDKê ji vê rewşê nîgeran in.
Derbarê serastkirina destûra Iraqê de, Peyvdarê PDKê got: “Heger destûr wek heye hatiba bicihkirin, niha pêwîstî bi guhartinê nedibû. Pirsgirêk ne di destûrê de ye, belkû pirsgirêk di bicihkirina wê de ye. Ji ber wan guhertin û rewşa ku li Iraqê çêdibe em dilgiran in.”
Mehmûd Mihemed herwiha tekez kir jî, nabe serastkirina destûr, bibe amrazek ji bo kêmkirina maf û destkeftên xelkê Kurdistanê.
Li Iraqê piştî derketina xwepêşandanan, hin alî behsa serastkirina hin xalên destûrê dikin. Parlemana Iraqê jî biryar da komîteke taybet bo serastkirina destûrê ava bike.
Derbarê rewşa niha ya Kurdistanê de jî Berdevkê PDKê got, rêkeftina wan derbarê Parleman û Encûmena Wezîran de hatine bicihkirin, ew kursiyên ku heya niha nehatine dagirtin, ji partiyên din re vedigere.
Amaj bi wê jî da, li ser daxwaza Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) civînên wan heta 3 mehan hatine paşxistin, em jî nizanin YNKê behsa çi rêkeftinekê dike, ku dibêje nehatiye bicihkirin.
Mehmûd Mihemed derbarî pêngavên Hikûmeta Kurdistanî jî wiha got: “Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî naxwaze hemû kar û biryaran li cem xwe kom bike, ji bo vê mebestê jî çend şêwirmend danîne. Desthilata wan şêwirmendan, desthilata Serokê Hikûmetê ye, ne ya kesekî yan wezîrekî ne. Ev jî karekî yasayî ye û ji desthilatên Serokê Hikûmetê ye wî karî bike.




