9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Nêçîrvan Barzanî: Guhertina destûr ziyanê bighîne federalî û berjewendiyên gelê Kurdistanê em red dikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, Herêma Kurdistanê her destkarîkirineke di destûrê Iraqê de ku li dijî demokrasî, federalî û berjewendiyên gelê Kurdistanê be, red dike û tekez kir, pirgsirêka sereke li Iraqê jibîrkirina destûrê û cîbicînekirina bendê wê ye, eger na destûra Iraqê pêşkevtî ye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê beşdarî di Kongreya Şeşam a Sendîkaya Parêzerên Kurdistanê de kir û di gotarekê de amaje bi rewşa niha ya li Iraqê û hewlên ji bo guherandin û destkarîkirina destûra welat kir.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir, destûra Iraqê yek ji destûrên herî pêşkevtî li navçeyê ye, lê belê pirsgirêk li Iraqê ev e ku bendên destûr nayên cîbicîkirin.

Bi gotina Nêçîrvan Barzanî, pirsgirêka sereke li Iraqê jibîrkirin û paşguhkirina destûr e û tekez kir, “cîbicînekirina bendên destûrê rewşek çêkiriye ku behsa destkarîkirina destûrê bê kirin, di demekê de kêşeya sereke ne destûr e, lê belê jibîrkirina destûr e.”

Serokê Herêma Kurdistanê got, “em her destkarîkirineke destûrê Iraqê ku zirarê bigihîne demokrasî û federaliyê û berjewendiya gelê Kurdistanê û Iraqê red dikin û ev yek bi ti awayî ne daxwaza xwepêşanderan e.”

Nêçîrvan Barzanî da zanîn, di egera her destkarîkirinekê de divê destûrê Iraqê rengvedaneke dirist û realîteya hemû cudahî û taybetmendiyên pêkhateyên wê be û mafên rewa yên hemûyan tê de parastî bin.

Nêçîrvan Barzanî got, “em rêgiriyê li ti destkarîkirinekê nakin ku ji bo baştirkirina jiyan û rêvebirinê be li Iraqê.”

Rayedarên Herêma Kurdistanê ji wê yekê nîgeran in, ku piştî xwepêşandanên vê dawiyê yên li Iraqê, mijara guhertin û destkarîkirina di destûrê Iraqê bûye rojev û hin alî hewl didin, destkariyê di destûrê welat de bikin, ku ji sala 2005an ve sîstema siyasî ya Iraqê li ser hatiye avakirin.

Di berdewamiya axavtina xwe de, Nêçîrvan Barzanî amaje bi kombûna pirsgirêkan li Iraqê di naba salên dûr û dirêj de kir û got, “kêşe û krîzên li Iraqê ji encama bi xirabî birêvebirina welat di salên dûr û dirêj de ye. Ti hikûmetek nikare di salekê de wan pirsgirêkan çareser bike.”

Serokê Herêma Kurdistanê piştgiriya Herêma Kurdistanê bo pêngavên hikûmeta Iraqê yên bo çaksaziyê nîşan da û ragihand: “Em li Herêma Kurdistanê piştgiriyê li pêngav û biryarên Hikûmeta Iraqê bo encamdana reforman û çareserkirina pirsgirêk û kêmasiyan dikin.”

Nêçîrvan Barzanî anî ziman, gelê Iraqê baştirkirina rewşa jiyanê û rêvebirinê dixwaze, ne aloztirkirina rewşa welat û destnîşan kir, “Iraq pêwîstî bi aramiya siyasî û ewlehiyê heye û kêşe û krîz bi têkçûna aramî û îstiqrarê çareser nabin, lê belê aloztir dibin.”


 

Nûçeyên têkildar