9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Nêçîrvan Barzanî û Mîrê Qeter li ser pêşhatên navçeyê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

 

Qeter-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Qeterê ligel Mîr Temîm Bin Hemed Bin Xelîfe El – Sanî Mîrê Qeterê civiya û herdû alî li ser ser rewşa navçeyê axivîn.

Nêçîrvan Barzanî û Mîrê Qeter Îro Çarşema 30.10.2019 civiyan û di wê hevdîtinê de rewşa niha û pêşhatên dawî yên navçeyê nirxandin.

Herdû aliyan nêrîna xwe derbarê pirsên girêdayî rewşa niha û pêşerojê ya navçeyê diyar kirin.

Herwiha Nêçîrvan Barzanî û Mîrê Qeterê behsa pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û gotûbêjên ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera herdû aliyan de kirin. Herwiha behsa pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê ligel Qeter û derfeta weberhênanê ji bo kerta taybet a Qeter li Herêma Kurdistanê û Iraqê, kirin.

Balyozê Iraqê li Dewha û şanda ligel Nêçîrvan Barzanî di wê civînê de beşdar bûn.

Nêçîrvan Barzanî li Qeter e ji bo ku di Konferansa Munch a Asayişê de beşdar bibe, ji ber ku îsal ew konferans li Qeter birêve diçe.

Nûçeyên têkildar