9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Qeterê rewşa deverê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Qeterê civiyan û di wê hevdîtinê de herdû aliyan pêşhat û bûyerên dawî yên deverê gotûbêj kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, ku bo civîna amadekariya konferansa ewlehiyê ya Mûnîxê çûye Qeterê, îro bi serokwezîrê Qeterê şêx Ebdullah bin Nasir bin Xelîfe Al Sanî re hevdîtin kir.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di wê hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî û şêx Ebdullah behsa pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê bi Qeterê re û firsendên kar û karsaziyê li Herêma Kurdistanê kirin. Herwiha çend pirsên din ên girêdayî herdû aliyan gotûbêj kirin.

Nûçeyên têkildar