Serok Barzanî û Balyozê Brîtanya: Şerê Rojava metirsiya derketina DAIŞê zêde kiriye

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de, herdû alî li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê axivîn û gotin ku pêwîst e demografiya navçeyên Rojavayê Kurdistanê neyê guhertin.
Îro Çarşema 23.10.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Jon Wilks Balyozê Brîtanya li Iraqê kir.
Di hevdîtinê de ku James Thornton Konsulê Giştî yê Brîtanya li Hewlêrê jî amade bû, Balyozê Brîtanya piştgiriya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê nîşan da û amadebûna welatê xwe ji bo zêdetir pêşxistina pêwendiyên ligel Kurdistan û Iraqê ragihand.
Rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê û guhertinên dawî yên li ser asta navçeyê û navdewletî û herwiha nirxandina gefa serhildana DAIŞê mijareke dinî vê civînê bûn.
Di hevdîtinê de bi hûrî behsa rewşa Rojavayê Kurdistanê û hatina lehiya nû ji penaberan ji Sûriyê bo Herêma Kurdistanê kirin û herdû aliyan dijayetiya xwe ji bo egera guhertina demografya li wê navçeyê ragihand
Herwiha ji bo wê yekê jî gotin ku tişteke baş e ku penaberên ku ji tirsa şer ji navçeyên derdikevin, her li nav axa Sûriyê û li cîhekî aram li nêzîkî sînor, kampek ji bo wan bê avakirin û civaka navdewletî jî hevkariya bilez ji wan re peyda bike.
Herwiha herdû alî hevnerîn bûn ku ew rewşa aloz a niha ziyanê bi hewlên hevbeş ên dijî terorê digihîne û metirsiya serhildana DAIŞê li Sûriye û Iraqê zêdetir dike.
Her di vê hevdîtinê de behsa rewşa siyasî û ewlehî ya Iraqê kirin û herdû alî hevnerîn bûn ku pêwîst e daxwazên rewa yên welatiyan bêne bicîhkirin û projeya xizmetguzariyê li navçeyên naverastê Iraqê bêne bicîhkirin û rewşa jiyana xelkê bê baştirkirin.
Her di vê derbarê de Serok Barzanî tekez kir ku nabe rê bidin wan şaşî û kêmasiyên berê bikevin stûyê hikûmeta niha ya Iraqê û ewên ku bi xwe sedema gendelî û kêmasiyan bûne siwarê lehiya neraziya xelkê bibin û bixwazin ziyanê bighînin kabîneya Dr. Adil Abdulmehdî.




