Mesrûr Barzanî û Balyozê Brîtanya: Divê rewşa Sûriyê aram bibe û demografiya deverê neyê guhertin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan pesnê Mesrûr Barzanî da û got baweriya me bi şiyana te heye.
Îro Çarşema 23.10.2019 Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê, Jonathan Wilks kir.
Di civînê de, ku konsolê giştî yê Brîtanya li Hewlêrê jî amade bû, pêşhatên dawî yên li Iraq, Sûriye û Rojhilata Navîn hatin axaftin.
Balyozê Brîtanya anî ziman ku ew dê xatirê xwe ji Iraq û Hreêma Kurdistanê bixwaze ji ber ku erka wî li Iraqê xilas bûye û dê bibe balyozê Brîtanya li Qeterê.
Wî dîplomatê Brîtanî ji Mesrûr Barzanî re got, baweriya me bi serkirdetiya we heye û hûn dikarin Herêma Kurdistanê pêşve bibin. Em pêşwazî li xebatên we yên reformê jî dikin.
Balyozê Brîtanya spasiya Herêma Kurdistanê jî kir ji ber hewandina koçber û penaberan û ragihand, divê civaka navdewletî di vî warî de alîkariya Herêma Kurdistanê bike.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî hêviya serkeftinê ji balyozê Brîtanya re xwast û li ser pêwendiyên Bexda û Hewlêrê jî got, me çend pêşniyar dane Bexdayê bo çareserkirina arîşeyan. Em li bendê ne Bexda bersiva daxwazî û pêşniyarên me bide.
Li ser rewşa Sûriyê jî, hem Mesrûr Barzanî jî hem jî dîplomatê Brîtanî anîn ziman ku divê alozî nemînin û demografiya wê deverê jî neyê guhertin, ji ber ku eger wisa bibe alozî dê kûrtir bibin.




