Serok Barzanî bi bavê Mihemed re axivî: Ji bo dermankirina kurê te çi pêwîst be emê bikin

Hewlêr-KDP.info- Piştî ku zarokê Rojavayê Kurdistanê Mihemed Hemîd, ku di êrîşa Tirkiyê de beşeke zêde ya laşê wî şewitiye, bo Başûrê Kurdistanê hat veguhastin, Serok Mesûd Barzanî ji bavê wî re got, ya pêwîst be ewê ji Mihemed re bikin.
Serok Mesûd Barzanî îro Duşemî 21ê Cotmeha 2019an di pêwnediyeke telefonî de li gel bavê Mihemedê 13 salî yê birîndar axivî û ji rewşa tendirustiya wî pirsî.
Serok Barzanî di vê pêwendiya telefonî de, hevxemiya xwe bo bavê Mihemed nîşan da û ragihand, her tiştê ku pêwîst be, ewê ji bo çareseriya Mihemed bikin.




