Qeter: Em dixwazin konsulxaneya xwe li Kurdistanê vekin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê Qeter li Iraqê Xalid Hemed kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan tekez kir welatê wan dixwaze pêwendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê bihêz bike û ji bo vê yekê jî Qeter dixwaze konsulxaneya xwe li kurdistanê veke.
Îro Yekşema 29.9.2019 Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li balyozê Qeter kir û di wê hevîdîtinê de Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo weberhênana biyanî amade ye û ji bo weberhênerên Qeterî jî hemû asankariyan dike ji bo ku di proseya pêşxistina Herêma Kurdistanê de beşdar bin û beşdariya wan jî girîng û erênî ye, herwiha Herêma Kurdistanê dixwaze pêwendiyên xwe bi Qeter re bihêz bike.
Serokê Herêma Kurdistanê behsa pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê kir û amaje bi çareserkirina pirsgirêkên di navbera herdû aliyan de kir û herwiha behsa rewşa siyasî û aborî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê û koçberan li Herêma Kurdistanê kir.
Ji aliyê xwe ve Balyozê Qeter li Iraqê silav û rêzên serkirdeyên Qeter gihand Serok Nêçîrvan Barzanî û tekez kir ku welatê wî dixwaze pêwendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê û Iraqê pêş bixe û ji bo vê yekê jî ew dixwazin Konsulxaneya Qeter li Hewlêr vekin û sektora taybet û sermayedarên Qeterî han dide ku li Herêma Kurdistanê kar bikin.




