Serok Barzanî û Balyozê Yûnanistanê: Emê pêwendiyên xwe bihêz bikin

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Yûnanistanê li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de herdû aliyan tekez kirin li ser pêşxistina pêwendiyên di navbera herdû aliyan de.
Îro Yekşema 29.09.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Yonîdos Kontovonîsyos Balyozê Yûnanistanê li Iraqê kir.
Di vê hevdîtinê de ku Eftîmyos Kostopolos Konsulê Yûnanistanê li bajarê Hewlêrê jî amadebû, Balyozê Yûnanistanê li Iraqê pêzanînên xwe ji bo xebata dûr û dirêj û rola siyasî ya Serok Barzanî li asta Iraq û navçeyê û cîhanê û li şerê dijî terorîstan hebû û her wiha rola hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li têkşikandina DAIŞê de bilind nirxand. Sosretiya xwe jî bi siyaseta Serok Barzanî û Serkirdayetiya Herêma Kurdistanê ragihand li rûbirûbûna li gel gef û qeyran û rewşên dijwar de.
Di beşeke dinê vê civînê de di derbarê rewşa siyasî û pêşhatên dawî ya navçeyê û proseya siyasiya Iraqê û peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda û rewşa navçeyên kêşe li ser de danustandina bîr û ramanan kirin.
Her di vê hevdîtinê de balkişandin li ser rewşa revenda Kurdî li Yûnanistanê û pêwendiyên di navbera gelê Kurdistan û gelê Yûnanistanê û tekez jî li ser pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û welatê Yûnanistanê ya li warên cûda cûda de kir.




