Idrîd Barzanî ew serkirdê nehête jibîrkirin

Di dîroka pir serweriya milletê Kurd de bi dehan serkirde û bi hezaran qehreman rabûne û her yek bi şêwazekî xizmeta milletê Kurd û doza wî ya rewa ya kirî, lê navên hindek ji wan bi pîtên zêrîn di dîrokê de hatîne tomarkirin û heta Kurd hene ev kese nahêne jibîrkirin.
Şehîd Idrîs Barzanî yek jiwan kesane yê ku evro em savegera wî ya 26 sax dikin, bêguman em neşên bi nivîsîna gotarekê yan çend gotar û pirtûkan behsê vî qehremanî bikin yê ku hemû jiyana xwe bo Kurdîniyê terxankirî, çunku ew gelek ji wê çendê mezintire û bi gorey dîtina min heke bi sedan pirtûk jî li ser vî qehremanî dekevin hêşta weku pêdivî neşên mafê wî bi denê.
Da pitir bihême di nava naveroka babetê xwe da, demê min weku pêşmerge li sala 1964 qesta nav rêzên şoreşê kirî, li wî demê baregayê serkirdayetiyê li Raniya bû û mala şehîd Idrîs Barzanî jî li gundê Dêrê bû, jibo înan û birina postey me berdewam hatuçûn bi pîan dikir û ev çende bû rêxoşker ku em ji nêzîk şehîd Idrîs bibînin û êdî kar geheşte wî radey em bûyne yek ji kesên nêzîkî wî û ta roja wexera dawiyê kirî em digelda bûyn.
Bêgûman bi hikmî nêzîkbûna me li gel şehîd Barzanî me herdem paşerojeka geş di çavên wî de didît û hemû deman ew bo me Kurdan weku şoreşekê bû û her kesekê şehîd Idrîs dîtibît neşêt vê baweriyê îne ku hemû saxletên serkirdayetiyê li cem vî qehremanî hebû ji wana hibdî bêjî mirovekê dilnerim bû û dîtina wî ya bi sanahî bû.
Ji layekî dive hindî bêjî mirovekî diblomasî û çav vekirî û çav netirs bû çû caran hizir bo dijminan nedikirin û herdem digot min baweriyeka temam ya hey ku rojek dê hêt milletê Kurd dê bi hemû mafên xwe şad bît.
Her wesa li bîra mine li 29/3/1975 em li Şino û Nexedê bûn, li wî demê Barzanî yê bab û Mesûd Barzanî û Idrîs Barzanî li ser hindê rûniştin ku pêdiviye careka dî ser jinû dest bi rêxistina devera Behdînan bihête kirin.
Piştî li sala 1976 Barzarî yê bab jib o çareseriyê ber bi henderan çûy, li wî demî Mesûd Barzanî jî li gel çû û gorepan bo Idrîs ma û êdî hemû kar û barên şoreşê keftine ser milên wî û erkê wî girantir lê hat, evca lo wî demi Idrîs Barzanî weku serkirdê genc û bilîmet serkêşiya şoreşê kir û rojane li gel (Esed Xoşevî, Mihemed Mela Qadir, Felekedîn Kakey û Fetah Axa) danûstandin deikir û ra û boçûnûn wan li ser çewaniya pêşvebirina şoreşê werigirtin.
Ji layekî dive bîra min tê demê şehîd idrîs şiyaî li gel desthelata Êranê rê bo me xoşbiket ku em bi azadane hatinûçûnê bikin û me du kesan li Kerec destpêkir û berpirsên me inane di nav axa Kurdistanê de.
Ji layekî dive divêt piştivaniya xelkê gundan bi hemû ol û ayinan ve jibo şoreşê jibîrnekin, çunke ewan rolekê karîger hebû di piştevanîkirina şoreşê de bi mal û giyanê xwe û ev çende dibû hokar ku pêşmergey baweryeka mokimtir bi doza xwe hebît û pitir xebatê jib o bidestveanîna tev armancan bike.
Dermarê mirina şehîd Idrîs barzanî jî ku li demê xwe ragehandina rijêmê wesa diyar kir bû ku bi firokeyên wan hatiye kuştin, eve dereweka bi şax bû wan box we dikir û çu binyat bo vê axavtinê nînin, belku Idrîs Barzanî li roja 31/1/1987 ji egera nexoşiyekê li nexoşxaniya Orimiyê çû ber dilovaniya xwed.
Li dûmahiyê bi vê helkefta diltezîn em serê rêz û newazişê bo şehîd Irdrîs Barzanî û hemû şehîdên rêka bizava rizgarîxaziya kurdistanê û serwerê şehîdan Mela Mistefa yê Barzanî diçemînin û êdî her bijîn Kurd û Kurdistan.
Xerîb Yusif




__2014_08_27_h18m58s42__LB.jpg)