Nêçîrvan Barzanî û alîkarê wezîrê Amerîka: Divê çavkaniyên pereyên DAIŞê bên hişkkirin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Alîkarê Wezîrê Gencîneya Amerîka bo Karûbarên Nehîştin û Pakirina Terorê Marshall Billingslea, ji bo jinavbirin û nehîştina yekcarî ya DAIŞê û hizra terorê û tundrewan tekezî li pêwîstiya hişkkirina jêderên darayî yên DAIŞê û rêgiriya temam li tevger û çalakiyên darayî û metirsiyên serîhildana wê kirin û ji bo armancê jî, hevkarî û hevahengiya zêdetir a navdewletî bi pêşwîst zanîn.
Di civînê de ku îro 25ê Îlonê li Hewlêrê birêve çû, herdu aliyan pêwendiyên Hewlêr – Bexdayê û derfeta kar û webirhênan û sermayeguzariyê li Herêma Kurdistanê û Iraqê bo webirhênana biyanî û pêşkêşkirina asankariyên taybet bi wê proseyê gufûgo kirin.
Pêşxistina sîstema bank û bankdariyê li Iraq û Herêma Kurdistanê û çawaniya girêdana wan bi cîhanê hatin guftûgokirin, herwiha hevahengiya navdewletî bo başkirina karta aborî û bankê li Herêma Kurdistanê û Iraqê, rewşa aborî ya Iraq û Herêma Kurdistanê bi giştî û karta wize bi taybetî jî hatin ber behs û guftûgoyê.
Di civînê de ku Konsolê Giştî yê Amerîka û şanda pê re beşdar bûn, guftûgoyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqî bo çareserkirina pirsgirêkan, bazirganiya Herêma Kurdistanê û Iraqê bi welatiyên cîran û navçê, çend tewerên din ên guftûgoya herdu aliyan bûn.




