9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Serok Barzanî: Oldarî û niştimanperwerî ji hev cuda nabin

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî, erka mamosteyên ayînî di perwerdekirina civakê ku dîn û niştimanperweriyê ji hev cuda nekin, girîng, bi nav kir û weke erkê mamosteyên ayînî pênase kir ku civak li ser pêkvejiyan, rêz li hev girtin û hevqebûlkirinê bê perwerdekirin.

Serok Mesûd Barzanî, îro serdana Baregeha Yekîtiya Zanayên Ayînî yên Îslamî kir û bi boneya salvegera Yekitiyê gotarek pêşkêş kir. Serok Barzanî, balkişand ser hewldanên Mele Mistefa Barzanî yên bo damezirandina wê Yekitiyê û got, “Bêgûman, mamosteyên ayînî, roleke gelek mezin û pîroz hebûye di tevgera rizgarxwaziya gelê Kurd bi taybetî jî di şoreşa Îlonê de, li seranserê Kurdistan bi şev û roj digeriyan û xelk han didan bo ku xizmeta şoreş û Pêşmerge bikin. Beşek e zêde ji mamosteyan, çek hilgirtin û şehîd jî bûn li bereyên şer.”

Serok Barzanî di dewama gotara xwe de hêviya wê xwest mamosteyên olî vegerin bo wê rewşa pîroz û diyar kir, “Ji ber ku erka we, ew e ku xelkê perwerde bikin û şîretkariyê bikin.”Serok Barzanî herwiha diyar kir ku ji erka mamosteyên ayînî ye, civakê li ser bingeha rêzgirtin û xoşewîstiyê perwerde bikin.

Serok Barzanî herwiha ragihand, “Mixabin niha wisa dibînin ku gelek cudahî çê bûne. Îslam ola, pêkvejiyan, aşitî, xoşewîstî, tebayî û biratiyê ye. Li nav civaka Kurdistanê jî erka we ew e ku xelkê li ser pêkvejiyan, rêzlihevgirtin û hevqebûlkirinê, perwerde bikin.”

Serok Barzanî amaje bi kiryarên DAIŞê yên bi navê Îslamê kir û got, “Ew ên van dawiyan me dîtin ku bi navê Îslamê li hin cihan hatin kirin, mezintirîn tawan û xiyanet bûn li dîn. Weke ew ên ku terorîstan kirin, teror, kuştin û şewitandin, qet tawanek nema neken? Kîjan Îslamê rê bi van tiştan daye.”

Derbarê piştevaniya mamosteyên ayînî, Serok Barzanî ragihand ku mamosteyên ayînî dikarin xwedî roleke gelek mezin bin û got ku ew piştevaniya mamosteyên ayînî jî weke erka xwe dizanin.

Serok Barzanî oldarî û vîn bo welat weke temamkerê hevdû, binav kir û got, “Gelek girîng e, xelkê me wisa bê perwerdekirin ku ol û welat ji hevdû cuda nekin. Ew ên ku oldar in ji welatê xwe hez dikin û ew ên ku ji welatê xwe hez dikin, dikarin oldar jî bin.”

Nûçeyên têkildar