9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Brîtanya: Em dixwazin Herêma Kurdistanê bihêz û aram be

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Konsulê Brîtanya li Hewlêrê kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan got ku ew dixwazin Herêma Kurdistanê bihêz û aram be.

Îro Dûşema 09.09.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Konsolê Giştî yê Brîtanya li Hewlêrê kir.

Di hevdîtinê de ku James Thornton Konsolê nû yê Brîtanya bi mebesta xwenasandinê serdana Serok Barzanî kiribû, xweşhaliya xwe ji bo pêşveçûna proseya siyasî li Herêma Kurdistanê û destbikarbûna Hikûmeta nû ragihand û tekez li wê yekê kir ku welatê wan xwazyare ku Herêma Kurdistanê bihêz û aram bê û her wiha hêvî xwest peywendiyên Brîtanya û Herêma Kurdistanê bê pêşxistin.

Her di vê civînê de pêşhatên siyasî yên Iraq û navçeyê û rewşa Kerkûk û navçeyên madeya 140 hat nirxandin.

Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Brîtanya mijareke dinê vê hevdîtinê bû.

 

Nûçeyên têkildar