9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Nêçîrvan Barzanî bo HDPê: Niha dema aştiyê ye..Divê pirsa Kurd li Tirkiyê bi aştiyê bê çareserkirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel şanda HDPê ya jêr serokatiya Temelî Civiya û ragihand ku divê pirsa Kurd li Tirkiyê bi rêya aştiyane were çareserkirin, çimkî şer ti caran pirsa çareser nake.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 8ê Îlona 2019an li Selahadînê ya Hewlêrê pêşwazî Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û şanda pê re kir û di civînê de got niha dema aştiyê ye û divê pirsa Kurd li Tirkiyê bi rêya aştiyê bê çareserkirin.

Di hevdîtinê de Serok Nêçîrvan Barzanî ji şanda HDPê re diyar kir ku ji bo despêkitin û serxistina pêvajoya aştiyê li Tirkiye berdewam be di wî warî de çi ji destê wî bê jî dê texsîriyê neke.

Nêçîrvan Barzanî got: “Divê pirsa Kurd li Tirkiyê bi rêya aştiyane were çareserkirin, çimkî şer ti caran pirsa çareser nake û nabe ti derfetek ji bo aştiyê jidest biçe.”

Ji aliyê xwe şanda HDPê pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir ku weke Serokê Herêma Kurdistanê dest bi kar kiriye û hêviya sekervtinê bo wî xwest.

Şanda HDPê herwiha spasiya Barzanî kir ku pêştir bo çareserkirina pirsgirêka û aştiyê hewl daye.

Di heman demê de Şanda HDPê dubare kir ku aştî di berjewendiyên tevahiya gelên Tirkiyê de ye gelê Kurd dixwaze aştî û çareserî pêk were.

Herwiha herdu aliyan rewşa herêmê bi giştî û çend pirsên din gotûbêj kirin.

 

Nûçeyên têkildar