Beyannameyek ji liqê Yek bi helkefta bîreweriya wexerkirina Idrîs Barzanî yê canemerg

Burîna (26) sal li ser wexerkirina siyasetmedar û serkirdê meznê tevgera azadîxwazê Kurdistanê û endaziyar û danerê bereyê Kurdistanê û hoşmendê aştbuna tevayî ya Kurdistanê Idrîsê canemerg.
Idrîs Barzanî ji serkirdên mezinên bizava rizgarîxwaza Kurdistanê ye û di qunaxeka dijwarda şiya weku pêşmerge û dîplomatkar rolekê pîroz bigêrê û wek qutabiyê rêbaza Barzanî pirensîpê lêk têgehştin û diyalokê û wekheviyê piyade biket.
Idrîs Barzanî yekgirtin û yekrêziya hêz û partên siyasiyên Kurdistanê û Îraqê di yek sengerda kom kirn jibo gehandina armancên gelê me.
Bîranîna şehîd û serkirdê bilîmet Idrîs ê herdem sax di demekê de dihête sax kirin ku evro ji verêja yek rêzî û yek dengiya xelkê Kurdistanê herêma Kurdistanê azade û xwidan ezmûneka dîmukirasî ye û rêkeftina stiratîcî ya dinavbera herdu hêzên serekî Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yeketî Nîştîmanî jibo karkirin pêkve û bi destveynana zor destkeftên giring di desturê Iraqê de hatîne bi destveynan ku ev karkirne ji dest pêşxerî û keda kake Idrîsê herdem sax bûye.
divê sal vegerê de silav bo giyanê pakê Idrîs Barzanî û hemû şehîdên rêyîa bizava azadîxwaza Kurdistanê û serkarwanê wan Barzanî yê nemr




__2014_08_27_h18m58s42__LB.jpg)