9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

PDK û Goran rewşa Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Îro li Pîrmamê civînek di navbera polîtburoya PDKê û Xaneya Raperandin a Tevgera Gorran de pêk hat û piştî civîna herdû aliyan encamên civînê eşkera kirin.

Di kongreya rojnamevanî ya berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Tevgera Goran de naveroka civîna wan ya îro eşkere bû.

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed ragihand, di civîna îro de behsa hilbijartin, Kerkûk û rewşa navçeyên Kurdistanî ku piştî 16ê Cotmeha 2017an hatine dagîrkirin, hatin gotûbêjkirin.

Mehmûd Mihemed got: “Li pêş me civîneke sêalî di navbera PDK, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê de bo guftûgokirina pirsên hevbeş heye.”

Ji aliyê din ve endamê şandeya Tevgera Gorran Aras Welî jî ragihand, em kar ji bo serkeftina kabîneya nû ya hikûmetê dikin, bo hemwelatî jê sûdê bibînin.

Aras Welî got: “Hêvî dikin ku civîna sêalî ya me, YNK û PDKê di zûtirîn dem de bê kirin. Civîna îro jî serkeftî bû.”

 

Nûçeyên têkildar