9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Polîtburoya PDKê Serê Sala Hicrî pîroz dike

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Polîtburoya PDKê di peyamekê de Serê Sala Hicrî (Koçî) pîrz dike û dibêje: “Em hêvîdar in ku ev boneya pîrz bibe cihê xêr û xweşiyê û sedema hatina lihevkirin û pêkvejiyanê ji bo tevahiya pêkhateyên civaka Kurdistanê.

Polîtburoya PDKê di peyama xwe de dibêje: “Bi boneya hatina Serê Sala Hicrî (Yekê Muherem) em gerimtirîn pîrozbahiyê li tevahiya Misilmanên Kurdistanê bi taybetî û yên Iraqê û cîhanê bi giştî dikin. Em hêvî dikin ku ev boneya pîroz bibe cihê xêr û xweşiyê û sedema hatina lihevkirinê û pêkvejiyanê ji bo tevahiya pêkhateyên Kurdistanê û herwiha dûrxistin û jinavbirina tundiyê û şer û jihevdûrketinê di nava civaka me de.”

PDK dibêje: “Em hêvî dikin ku di vê boneya pîroz de zêdetir canê birayetî û tebayî û yekrêzî di navbera xelkê me de û di navbera tevahiya partiyên siyasî de bihêztir bibe, ji bo ku aramî û xweşî seqamgîrî ji xelkê Kurdistanê re bicîh bibe.”


 

Nûçeyên têkildar