Serok Barzanî sersaxî ji nivîskarên Iraqê re xwest

Hewlêr-KDP.info- Bi boneya koça dawî ya Emîdarê Giştî yê Yekîtiya Edîb û Nivîskarên Iraqê, Serok Barzanî peyameke sersaxiyê pêşkêşî wê yêkîtiyê û malbata rehmetî kir. Ev jî tekesta wê peyamê ye:
“Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Birêzên Yekîtiya Edîb û Nivîskarên Iraqê
Birêz malbata xwedê jêrazî Kak Îbrahîm Xeyat
Bi xemeke zêde ve nûçeya koça dawî ya şaîr û nivîskar û rewşenbîr, Kak Îbrahîm Xeyat Emîndarê Giştî yê Yêkîtiya Edîb û Nivîskarên Iraqê gihîşt min.
Li vê boneya xemgîn da, pirse û serxweşiyê pêşkêşî hemû Edîb û Nivîskar û Yêkîtiya Edîban û Nivîskarên Iraqê û malbata we ya birêz dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.
Ji xwedayê mezin lava dikim giyanê Kak Îbrahîm bixe ber dilovaniya xwe û sebir û hedarê bi hemû aliyek bide.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
29.08.2019”




