9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Layla Zana: Ez serkeftinê ji Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî re dixwazim

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Leyla Zana, siyastmedara navdar a Kurd û parlamentara berê ya Tirkiyê, di peyamekê de, bo Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand: “Hêvîdar im hûn bi hemû şiyan û hêza xwe hewla çareserkirina arîşeyan û parastina destkeftên xelkê Kurdistanê bidin.”

Siyastmedara Kurd, Leyla Zana, di peyemekê de ku ji Mesrûr Barzanî re şandiye, ji bilî nîşandana kêfxweşiya xwe ji ber destbikarbûna kabîneya nehem a Hikumeta Kurdistanê, herwiha hêviyê dike Mesrûr Barzanî di erkên xwe yê nû de, serkeftineke mezin bidestve bîne ji bona xizmetkirina xelkê Kurdistanê.

Leyla Zana di peyama xwe de dibêje: “Ez di demekê de bi hesteke gerim pîrozbahiyê li cenabê we yê birêz û cîgirê Serokwezîr û kabîneya nû ya hikumetê dikin, hêdar im hûn bi hemû şiyan û hêza xwe hewla çareserkirina arîşeyan û paraztina destkeftên xelkê Kurdistanê bidin.”

Virus-free. www.avast.com
 

Nûçeyên têkildar