9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Serok Barzanî peyameke sersaxiyê ji Wezîrê Pêşmerge re şand

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî peyameke sersaxiyê ji Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şoreş Îsmaîl re şand.

Ev jî tekesta wê peyamê ye:

“Ji bo birêz Kak Şoreş Îsmaîl Wezîrê Pêşmergeyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Bi xemeke zêde ve nûçeya koça dawî ya dayika we ya birêz gihîşt me.

Bi vê helkefta xemgîn ve sersaxiyê li we û malbat û kesukar û nasên we dikin û xwe bi hevbeşê xema we dizanin.

Ji xwedayê mezin hêvî dikim ku rehmetî bi bihûşta fireh şad bike û sebir û hedarê bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
23.08.2019”

Nûçeyên têkildar