Mesrûr Barzanî sersaxî ji Şahê Siûdiyê re xwest

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî, peyameke sersaxiyê arasteyê şahê Erebistana Siûdiyê, Şah Selman Bin Ebdulezîz kir ji ber koça dawiyê ya birayê wî yê mezin, Mîr Bender Bin Ebdulezîz.
Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê sersaxî arasteyê Şah Selman û malbata wî kir û hevxemiya xwe derbirî û hêvî ji xwedayê mezin kir ku Mîr Bender bi buhişta xwe şad bike û sebrê bide malbata wan.




