9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Kurdistan û Çîn têkeliyên xwe bihêz dikin

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hevdîtinek li gel konsolê giştî yê Komara Gel a Çînê li herêma Kurdistanê Ni Ruchi û şandeya li gel kir û herdû aliyan tekez kir li ser bihêzkirin û pêşxistina pêwendî û têkeliyên di navbera xwe de.

Konsolê giştî yê Çînê û şandeya li gel pîrozbahî kirin û hêviya serkeftinê ji bo Serokê Herêma Kurdistanê xwast û daxwaza welatê xwe ya ji bo pêşxistina pêwendiyên li gel Herêma Kurdistanê anîn ziman û kurteyek derbarê çalakiyên xwe yên li herêmê jî pêşkeş kir.

Hevdîtina îro 30.07.2019ê serê sibehê li Hewlêrê pêkhat de, Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi pêwendiyên herêma Kurdistanê û Çînê yên di warên aborî, bazirganî, pîşesazî, rewşenbîrî, çandî, perwerde, xwandina bilind û pêşdebirina wan kir û vê derbarê de amadebûna herêma Kurdistanê bo hemû alîkariyek û hevahengiyekê jî nîşan da.

Gotûbêja rewşa siyasî ya navçeyê bi giştî û qonaxa avakirina piştî şerê DAIŞê û hevahengiya zêdetir a navbera sektora taybet a her du aliyan bo pêşxistina pêwendiyên li gel Herêma Kurdistanê û Iraqê jî aliyeke din ê hevdîtinê bû.

 

Nûçeyên têkildar